CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Almanya û Fransa li dijî takrewiya Amerîkayê gav diavêjin

Almanya û Fransa li dijî takrewiya Amerîkayê gaveke hevbeş diavêjin û bi navê “Alîgirên Firehiyê” bereyekê pêk tînin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas piştî wergirtina Serokatiya Mehane ya Encûmena Asayişa Navdewletî di konferansa rojnamevaniyê de ragihand ku ew dê bi tena serê xwe serokatiya encûmenê neke, dê bi hevbeşiya li gel Fransayê birêve bibin. Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî di heman konferansa rojnamevaniyê de ragihand ku ev du mehan dê bi hevbeşî bixebitin.

Ev hevhelwestiya Berlîn û Parîsê piştî wê yekê tê ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel parlementoyeke biçûk a hevbeş li nav Parlementoya Ewropayê û bereya “Alîgirên Firehiyê” ragihandin ku armanca van çalakiyan ew e ku cîhan ber bi takrewiyê neçe.

Mebesta Almanya û Fransayê ji takrewiya Amerîkayê, bi taybetî helwestên du salên derbasbûyî yên Donald Trump e ku di siyaseta derve de stratejiya “Amerîka berî her tiştî” girtiye ber xwe û ji ber vê ji rêkeftina jîngehê û rêkeftina atomî ya li gel Îranê vekişiyaye û balyozê welatê xwe ji Tel Avîvê veguhestiye Qudsê, herî dawî jî serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê nas kir û di van du rojên dawî de beşdarî civînên G7 nebû.

Ev hewla Macron û Merkel tenê ji bo Amerîkayê nebû, herwiha ji bo Rûsyayê ye jî û hevhelwestiya xwe li ser pirsgirêka Ukraynayê ragihandin, li ser asta Ewropayê ji derbarê Brexit û hilkişana partiyên populîst û rastrewên radîkal de hevhelwest in.

Başa dön tuşu