NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê teqin: Herî kêm 3 kes hatin kuştin û komek kes jî birîndar bûn

Li herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê di encama du teqînan de herî kêm 3 kes hatin kuştin û komek kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihandiye, şeva borî li nav bajarê Efrînê teqînek li kêleka baregeheke çekdarên alîgirên Tirkiyê qewimî.

Li gorî agahiyên Rewangehê, di wê teqînê de komek çekdar û sivîl birîndar bûn.

Teqîna din jî li ser rêya Efrîn û Raco qewimî, di encama wê teqînê de jî ku ji ber teqîna otomobîleke bombekirî pêk hatibû, herî kêm çekdarek û 2 sivîl hatin kuştin û komek sivîl û çekdar jî birîndar bûn.

Pêr jî li Efrînê du teqîn qewimîbûn, di encamê de 7 çekdar birîndar bibûn.

Başa dön tuşu