IraqNûçeRojhilatanavin

Alûgurên ewlehîyê yên Enbar, Selahedîn û Mûsila Iraqê

Hêzên artêşa Iraqê hin deverên din li parêzgeha Enbarê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ismayîl Mehlawî fermandarê opêrasyona parêzgeha Enbarê ragihand ku hêzên iraqî vê sibê di encama opêrasyoneke dijî têrorîstan da, devera Zewîye ya rojhilat li grava Bûnemer li bakûra bajarê Remadî navenda parêzgeha Enbarê, bêyî tu berxwedanekê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin. Hêzên iraqî piştî azadkirina devera Zewîye ya rojhilat, ber bi bajarê Hît li bakûra Remadîyê va çûn ta ku vê deverê jî azad bikin.

Di vî halî da, hêzên gelanî yên iraqî ( Heşdi Şeibî) êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser devera Sînîye li bakûra parêzgeha Selahedînê li bakûra vî welatî pûç derxistin.

Di encama vê pevçûnê da, hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û birîndar bûn.

Hêzên iraqî herviha êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser meydanên niftê yên Elas û Ecîlê li rojhilata Selahedînê pûç derxistin. Hêzên çekdar ên Iraqê bi dû êrişa DAIŞ`ê, li bajarê Şerqatê li parêzgeha Selahedînê li vî şarî hikûmeta serbazî ragihandin.

Fermandarên beşa 51 a artêşa Iraqê jî xwestin hêzên hewayî li Şerqatê pişta wan bigirin. Hêzên iraqî herviha êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser gundê Telûl Bacê ser bi bajarê Şerqatê bêencam kirin.

Hêzên iraqî du heftîyan berî niha ragihandin ku bajarê Şerqatê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê derxistin. Televîzyona El-Alamê ragihand ku hêzên iraqî kargeheke bicihkirina bombeyan li maşînan a DAIŞ`ê li bakûra Nêynewayê têk birin.

Çavkanîyên ewlehîya Iraqê jî îro ragihandin ku di encama teqînekê li devera Hemamîyat ser bi şarê Tacî li bakûra Bexdayê da 2 sivîl hatin kuştinê û 9 jî birîndar bûn. Çavkanîyekê li nav hêzên gelanî yên Heşdi Şeibî jî îro ragihand ku yekem koma van hêzana jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Mûsilê ber bi vî şarî va bi rê ket û ev opêrasyona diqewime piştî meha muheremê destpê bibe.

Mûsil navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê, ji 10`ê Hezîrana 2014`an va ji alîyê koma têrorîst a DAIŞ`ê va hatîye dagirkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu