ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadebûna 350 nûçegihanên navxweyî û bîyanî ji bo weşandina wêne û raporên têkildarî Civîna Hogirên Ehli Beytê (S)

Civîna Hogirên Ehli Beytê (S) îro yê li Têhranê bê lidarxistin û şebekeyên endamê Yêketîya Radyo û Têlêvîzyonên Islamî yê vê civînê bi awayekî zindî bi zêde ji 7 zimanên dinyayê nîşan bidin û biweşînin.

Mihemed Elî Enûşê endamê Komîteya Mêdya û Ragihandinê ya Navenda Lidarxistina Civîna Hogirên Ehli Beytê (S) ragihand ku 350 nûçegihanên navxweyî û bîyanî ji bo weşandina wêne û raporên têkildarî Civîna Hogirên Ehli Beytê (S) amade ne.

Wî herwiha got: Li gorî pişkdarîya zêde ji 500 alimên navdar ên şîe û sune ji 90 welatên cîhanê li Têhranê, ev derfeta yê ji bo mêdyayan nemaze şebekeyên radyoyî û têlêvîzyonî pêk bê ku nêrîn û hizrên zanyar û alim û giregirên misilman di warê pêkhatina ometa yekgirtî li hemberî komên xalifî bipirsin û ji wan haydar bibin û mijarên girîng ên cîhana islamê yên wek têgehnasî û mektebnasîya Ehli Beytê (S), fitnekarîya tekfîrîyan, rola Ehli Beytê (S) li mekteba islamê û istiratêjî û rêkarên hevgirtina ometa islamê yê li berhem û bernameyên xwe berçav bigirin.

Mihemed Elî Enûşê herwiha got: Pirranîya şebekeyên endamê Yekitîya Radyo û Têlêvîzyonên Islamî ji bo nîşandayîna civîna navnetewî ya Hogirên Ehli Beytê (S) û mijara tekfîrîyan bi awayekî berfire amadebûna xwe ragihandine û eva girîngîya vê civînê nîşan dide.

Wî herwiha got: Roja îro tekfîrî ji berê zêdetir ketine ber nefretê û mêdyayên Yêketîya Radyo û Têlêvîzyonên Islamî bi weşandina nêrînên alimên pişkdarê vê civînê yê dûhatên hizrên van komên xalifî yên tekfîrî rave bikin.

Endamê Komîteya Mêdya û Ragihandinê ya Navenda Lidarxistina Civîna Hogirên Ehli Beytê (S) got: Merasima kutabûna civîna navnetewî ya Hogirên Ehli Beytê (S) û meseleya tekfîrîyan jî yê roja pêncşem 23`yê Mijdarê bi awayekî zindî bi saya pirranîya şebekeyê endamê Yêketîya Radyo û Têlêvîzyonên Islamî bê nîşandayînê.

Mihemed Elî Enûşê  herwiha got: Alav û wesîleyên têknîkê yên peywendîya bi setlayt û întêrnêtê ji bo nûçegihanên navxweyî û bîyanî ji hêla Yêketîya Radyo û Têlêvîzyonên Islamî ve hatine amadekirin ku şebekeyên hanê yê bikaribin destkevtên vê civîna navnetewî gav bi gav nîşanî muxateban bidin. (Bangê Îslâmi)

Başa dön tuşu