IraqNûçeRojhilatanavin

Amadebûna artêşa Iraqê bona destpêkirina operasiyona azadkirina Mûsilê

Li gorî rapora ajansa IRNA’yê, Hevçaxî şerê giran ê hêzên iraqî dijî terorîstan li Felûcê li parêzgeha rojavayî ya El-Enbarê, yekîneyên nû yên artêşa vî welatî duh çarşemê gihêştine başûra Mûsilê û li navçeyên ku ji bo wan pêşbînî bûne musteqer bûn û cihê xwe girtine û niha bona operasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê û navenda vê parêzgahê yanî Mûsilê amade dibin.

Hêzên nû yên artêşa Iraqê xwedanê çek û sîlahên giran in û li başûra Mexmûrê musteqer in.

Derdora du hefteyan e operasyona rizgarkirina bajarê Fellûceya Iraqê ji aliyê hêzên iraqî ve dest pê bûye. Hêzên iraqî derdora bajêr girtine lê hîn neketine nav bajêr. Fellûce bihara sala 2014`an ketibû destê DAIŞ`ê (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu