CîhanNûçeRojhilatanavin

Meteorek kete herêma Laponya ya Fînlandiyayê

Hat ragihandin ku meteorek ketiye herêma Laponya ku li bakurê Fînlandiyayê cî digre.

Di daxuyaniya ku Ajansa Fezayê ya Fînlandiyayê ragihandiye de tê gotin ku meteora ku ketiye herêma Laponya mezin lê belê ji ber ku di atmsoferê de şewitiye û bi wî awayî ketiye erdê tu zirarek nedaye.

Li gor nûçeya SVT ya televizyona dewletê ya Swêdê, êvarî di saetên dereng de goka agirî herêm demeke kurt wekî bi ro be ronak kiriye û ji ber vê yekê hemwelatî gelekî tirsiyane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu