CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Baylozê Fransayê li Îranê ; Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 bo hemû cîhanê girîng û bi qazanc e

Firanswa Sihenso Baylozê Fransayê li Îranê li hevdîtina xwe ya tev Casim Cadirî parêzvanê Hurmizganê li başûra Îranê got: Piştî rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, Têhran û Parîsê biryar girtine ku naveroka vê rêketinnamê bi giştî îcra bibe û pê berçavgirtina rewşa siyasî û abûrî ya Îranê , kompaniyên firansî dil hene li Îranê sermayeguzariyê bikin.

Firanswa Sihenso li dewama gotinên xwe bal kişande ser sermayeguzariya Fransayê li pişka tirombîl çêkirina Îranê û hevkariya Îran Xudro û Saypayê tev Sîtroêna Firansayê û hevkariya kompaniya Total a Firansayê tev kompaniyên nift û gaza Îranê, bitaybet li meydana gazî ya pişka 11-an a Eselûyê, hedefa seredana xwe bo Hurmizganê evaye ku haje zirûfên abûrî yên vê parêzgehê bibe.

Franswa Sihenso duh çarşemê seredana karistana gemî çêkirina Îzvayko û Bendera şehîd Riccû îro jî dê here girava Qişmê ta ku seredana xebata wan kompaniyên firansî bike ku li mijara perwerdehiya masiyan û heywanên dine behrî li vê derê dixebitin.

Casim Cadirî jî li vê hevdîtinê destnîşan kir; Piştî rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1, mijar bona sermayeguzariya welatên dine wekî Firansayê li Îranê bitaybet li Hurmizganê serrast bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu