ÎranNûçeRojhilatanavin

Komîteya dijî Boykotan li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêk hat

Serokê Komîsyona Aborî ya Meclisa Şêwra îslamî ya Îranê, bal kişand ser hewldana Amerîkayê ji bo kêmkirina firotina nifta Îranê û got: Ji bo kêmkirina bandora boykotan û neketian bin wan, li Meclisa Şêwra îslamnî ya Îranê, Komîteya Dijî Boykotan pêk hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemedriza Pûr Îbrahîmî, roja Sêşemiyê li hevdîtina bi ayetulah Hisên Nûrî Hemedanî, yek ji merceên payebilind ên teqlîdê li Qumê li başûra Têhranê herwiha got: Dewama siyasetên bidijminatî yên Amerîkayê dijî gelê Îranê û herwiha hewldana ji bo kêmkirina firotina nifta Komara Îslamî ya Îranê, bûne sedem ku bona sekinîna li hember vê karê dijmin, hin rêbaz ji bo kêmkirina bandora boykotan bikevin nav destûrxebata dewlet û Meclisa Îranê.

Pûrîbrahîmî, destnîşan kir: Li Komîteya Dijî Boykotan a li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, hin rêbaz ji bo kêmkirina bandora boykotên niftê têne raberkirin.

Başa dön tuşu