IraqNûçeRojhilatanavin

Amadebûna hêzên gelanî yên Iraqê bona azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstan

Li bereberî destpêbûna operasiyona azadiya bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê, hêzên gelanî yên Iraqê(Heşda Şeibî) ji amadebûna 18 hezar hêzên xwe bona pişkdariya li vê operasiyonê xeber da.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, fermandetiya hêzên gelanî yên Iraqê duh şemiyê ragihand, Li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê dê 18 hezar li endamên Heşda Şeibî pişkdar bin.

Gor vê raporê , para pirtire van hêzên gelanî ji Tabûra Bedr, El-Esaêb, El-Xurasanî ûyên dinin ku li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê dê pişkdar bin.

Hêzên hevpare Iraqê ji çend meh berî niha operasiyona destpêkê ya azadkirina bajarê Mûsilê destpê kirine û heta niha çend navçên başûra vî bajarî ji destê terorîstan azad kirine .

Van rojana ji ber pêşketina hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî dijî terorîstan li navça Qeyarê, rewşa terorîstan aloz bûye û terorîstên DAIŞ`ê bona tolvegirtina ji hêzên eskerî yên Iraqê xelkê sivîl dikujin.

Bingehên iraqî ragihandine ku li operasiyona vê dûmahîkê ya dijî terorîstên DAIŞ`ê, 60 terorîst ji wan du serkirdeyên DAIŞ`ê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu