ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Erbeîn mêhwera gotûbêja sefîrê Îranê yê li Bexdayê û Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê yê li Bexdayê û Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê di hevdîtinekê de derbarê meseleyên curbicur gotûbêj kirin.

Îrec Mescêdî, Sefîrê Îranê yê li Bexdayê şeva buhurî bi Qasim Al Eirecî, Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê re hevdîtin pêk anî û “lidarxistina merasima çillê Imam Hisên (S) ango merasima Erbeînê û hevdengîya di vî warî de“ mêhwera gotûbêja her du alîyan bû.

Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê di vê hevdîtinê de, raporek têkildarî pêngavên herî dawîyê yên dewleta Iraqê ji bo hêsankirina hatina zîyaretkirên tirba Imam Hisên (S) bo vî welatî raber kir û got: Dewlet  ûgelê Iraqê xizmetguzarîya bo pişkdarên merasima Erbeînê ji xwe ra wekî şanazîyê dizanin û di warê xizmetguzarîyê da ya ji destê wan were dê bikin.

Îrec Mescêdî, Sefîrê Îranê yê li Bexdayê jî di vê hevdîtinê de qedrê dewlet û gelê Iraqê ji ber mêvanperwerîya derheq zîyaretkirên tirba Imam Hisên (S) girt û xwest ku raberkirina hêsankarîyan bo zîyaretkirên hanê were lezandinê.

Başa dön tuşu