Amadebûna Îranê bona îxracata gazê bo Iraqê
Birêveberê Kompaniya Netewî ya Gaza Îranê got: Jêravahiyên îxracata gazê bo Iraqê ji aliyê Îranê va amade ne û eger aliyê iraqî amadebûna xwe ragihîne, Îran şandina gazê bo Bexdayê yê destpê bike.
Li gor rapora IRIB News’ê, Hemîdriza Iraqî Birêveberê Kompaniya Netewî ya Gaza Îranê got: Jêravahiyên îxracata gazê bo Iraqê ji aliyê Îranê va amade ne û eger aliyê iraqî amadebûna xwe ragihîne, Îran şandina gazê bo Bexdayê yê destpê bike.
Iraqî bal kişande ser viya ku gor rêketina îmzabûyî Îran dikare rojê 25 milyon mitr kûpên gazê bişîne Iraqê destnîşan kir; Helbet Îran dikare li demsalên germ ên rojê 35 milyon mitr kûpên gazê bişîne Iraqê.
Birêveberê Kompaniya Netewî ya Gaza Îranê bal kişande ser viya ku niha rojê Îran 4 milyon mitr kûpên gazê dişîne Iraqê û destnîşan kir ku gor rêketina navbera Têhranê û Bexdayê , Îran dikare her roj zêdetir ji berê gazê bişîne nav Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)