CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîye: Hevalbendîya amerîkî çekên qedexe bi kar anî, eva jî cinayeta cengê ye

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê di nameyekê de ji bo sêkrêtêrê gişt NY û serokê Konseya Ewlehîyê ya vl sazîyê ragihand: Eva ku hevalbendîya qaşo navnetewî ya dijî DAIŞ`ê di bin fermana Amerîkayê de çekên qedexe bi kar tîne ku eva binpêkirina aşkira ya qanûnên navnetewî û cinayeta cengê ye.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê di vê nameyê de bal kişand ser cinayeta vê dawîyê ya hevalbendîya amerîkî li Hecînê ser bi parêzgeha Dêrezorê li rojhilata wî welatî û ragihand ku ev cinayea dewama piştgirîya hevalbendîya amerîkî ji têrorîsmê li Sûrîyê nîşan dide.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê ji NY û Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê xwest ku lêkolînên xwe derbarê vê cinayetê de destpê bike.

Balafirên cengê yên hevalbendîya amerîkî roja şemîyê bi bomeyên qedexe yên fosforîk êrişî gundê Hecînê li derdora başûra rojhilata Dêrezorê kirin.

Koma çavdêr a bi navê Airwars jî ku êrişên hevalbendîya qaşo navnetewî ya dijî DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê dişopîne, vê dawîyê ragihand ku ji sala 2014`an vir ve zêde ji 5 hezar sivîl di encama êrişên hewayî yên hevalbendîya amerîkî li Iraq û Sûrîyê hatine kuştinê.

Başa dön tuşu