IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Amadetiya bi şert a Heşda Şebî jibo rawestana li ber DAIŞê li Sûriyê

Berdevkê hêzên Heşda Şebî ser amadetiya van hêzana jibo rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê li nav axa Sûriyê ji riya hevdengiya tev dewleta vî welatî tekez kir.

Erkantiya ragihandinê ya hêzên Heşda Şebî ya Iraqê li bara xala verçerxanê ya giring  li rawestana li ber grûpa teorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê bakurê Iraqê agahî daye û ragihand ku  hêzên Heşda Şebî di dewama operasyona azadkirina rojava Mûsilê gihêştine sînorên Sûriyê.

Kerîm El-Nûrî berdevkê hêzên Heşda Şebî ay Iraqê roja duşemiyê li gotûbêja tev kanala libnanî ya Meyadînê diyar kir ku bi pêşdeçûna hêzên Heşda Şebî ber bi sînorên  Sûriyê, artêşa vî welatî dikare rehet li navçeyên Reqayê bi pêşde here.

Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê diyar kir ku derbasbûna  hêzên heşda Şebî bo sînorên  Sûriyê nîşana  dawiya karê DAIŞê nîne.

Hadî Amirî sekreterê giştî yê Rêxistian  Bedra Iraqê jî gihêştina li sînorên  Sûriyê û şopandina DAIŞê li axa vî welatî girêdayî bi hevdengiya tev  dwleta Sûriyê da zanîn û got: Heşda Şebî nahêle  tu aliyek bandorê bike ser operasyona  wê li sînorên hevpar  tev Sûriyê.

El-Amirî pêştir li gotûbêja tev Sputnikê tekez kirbû dewleta Sûriyê ji Heşa şebî daxwaz kiriye ku piştî kemilandina  azadkirina Iraqê, hêzên Heşda Şebî derbasî anv Sûriyê bibin.

Hêzên Heşda Şebî niha  beşa herî giring û  dijwar a operasyona  azadkirina  Mûsilê ku mêhwera wê ya rojava ye , girtine istûyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu