ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Amadetiya Iraqê bona pêşwaziya ji ziyaretkerên Erbeîna Hisênî

Sefîrê Iraqê li Îranê, got, dewlet û xelkê Iraqê amade ne ku pêşwaziya ziyaretkerên Erbeîna Hisênî bikin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Racêh Sabir Ebûd El Musewî, balyozê Iraqê li Îranê, şemiyê bi şev li hevdîtina tev ayetullah Seyîd Mehmûd Seîdî, tuliyetê bargeha paqij a hezreta Fatimeya Mesûme (s) li Qumê (li başûrê Têhranê) herwiha got, dewlet û xelkê Iraqê, dema şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê, mêvandariya bi mîlyonan tewafkerên Eba Ebdillah El Hisên dikin.

Racêh Sabir Ebûd El Musewî, balyozê Iraqê li Îranê, herwiha got kedxweriya cîhanî ji ber tirsa ji yekgirtîbûna welatên Îslamî, pirr hewl dide ku li welatên wekî Iraq, Sûriye û Îranê şerr û nakokî pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu