ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadetiya tam a hêzên çekdar ên Îranê ji bo rawestana li ber gefan

Fermandê hêza hewa-fezayê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî li bara amadetiya tam a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jibo rawestana li hember her cûre gefekê agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  serdar sertîp Emîrelî Hacîzade fermandê hêza hewa- fezaya  Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li kêleka  mersima Rijeyê bi munasibeta  destpêbûna Heftiya Berevaniya  Pîroz li nav koma  nûçegihanan li Têhranê got: Hêzên çekdar ên Îranê bi amadetiya tam  li hember her cure gef û himaqetekê ji aliyê dijminan dê bi tundî rawestin.

Fermandê hêza hewa-fezaya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî gelê Îranê xatircem kir ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li ser fermana  fermandê giştî yê hemî hêzan berdewam pêvajoya jordebirina  hêza berevaniyê bi hêz û qawet didomînin.

Serdar sertîp Hacîzade bal kişand ser nimandina sîstim û kelûmelên pêşketî yên mûşekî û radarî û berevaniyê li mersima  Rijeya hêzên çekdar û tekez kir: Sîstima  mûşekî ya erd bi erdê ya dûrmenzîl ku heta dawiya rê tê birêvebirin bi navê `Îmad`ê, sîstima  mûşekî ya bi ardûya hişk a `Zulfeqar`ê bi dûrmenzîliya 750 kîlomitrê, sîstimên pêşketî yên xwecî yên berevaniya hewayî yên hêza hewa-fezaya Sipahê ku sîstima  berevaniyê ya  `Sêyema Xûrdadê`, `Reid` û `Tebes`ê û sîstima `Seyad-2`ê digire ber xwe, ji van sîstim û amoran in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu