AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Amano: Rêketina Navokî destkevta giring bo ceribandina rastiya navokî ye

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li xwe mukir hat ku Îranê berpirsiyariyên xwe li li rêketina navokî cih anîne.

Li gorî rapora Reutersê, Yokiya Amano, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja duşemiyê  li destpêka civîna demsalê ya Konseya hikimdarên ajansê got: Rêketina Navokî destkevta girring bo ceribandina rastiya  navokî ye.

 Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê her wiha got: Rapora vê dawiyê ya  wî li bara çavdêrî û ceribandina  rasitiyê li Komara Îslamî ya Îranê li gor biryarnama 2231an a Konseya  Ewlehiyê ya  NY xebatên  ajansê li welatê hanê li mehên buhurî digre ber xwe.

Civîna demsalê ya  konseya  hikimdaran a  Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ji îro heya îniyê li meqera vê ajansê li  Viyena Otrîşê tê lidarxistin û hilkolandina  rapora nû ya ajansê li bara dewama pêbendiya  Îranê ser rêketina navokî tevî bêsoziyên  aliyên din ji van mêhwerên  behsa konseya hikimdaran e.

Amano li rapora xwe ya vê dawiyê ku piştî raghandina  kiryarên  dualî yên Îranê li hember binpêkirina  soz û qirarên  aliyên din ên rêketina navokî bi taybet Emerîkayê hat weşandin, cardinê pêbendiya  tam a Têhranê ser rêketina navokî piştrast kir û  bala xwe da ser raghandina  biryarên nû ji aliyê Komara îslamî ya Îranê.

Başa dön tuşu