AborîBehreynCîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Amerîka 36 Firokeyên şêrr ên F-15 difiroşe Qeterê

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê îzna firotina 36 firokeyên şêrr ji cûreya F-15 bo Qeterê da.

Li gorî rapora CNN`ê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê êvara îniyê ragihand ku Kompaniya Boeingê îzna firotina 36 firokeyên şêrr ên ji cûreya F-15`ê bi bihayê şeş miliyar û 200 miliyon dolarî bo Qeterê wergirtiye.

Li gorî vê raporê hitmal heye ku ev firokeyên şêrr heta dawiya sala 2020`î bo Qeterê bên radestkirin.

Qeterê pêştir jî hin biryarname ji bo kirrîna 24 firokeyên şêr ên Tayfonê ji Brîtanyayê û 12 firokeyên şêrr ji Fransayê wajo kriibûn.

Vî welatî her wiha biryarnameyeka visa bi Îtalyayê ra jî girêdaye.

Qeyrana li pêwendiyên Qeterê digel Erebistanê û çend welatên hevpeymanê Riyazê, Qeter handaye ku çekan bikirre.

Erebistan, Îmarat, Behrêyn û Misrê roja pêncê Hezîrana 2017an bi tawanbarkirin Dûheyê bi sûcê “Piştevaniya ji rêxistinên Têrorîst“ pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê ra qut kirin û sînorên xwe yên esmanî, deryayî û erdî li ser vî welatî girêdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu