EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Amerîka 4 hezar leşker dişîne baregeha Bagramê

Li gorî nûçeya ajansa Associated Press (AP) Wezareta Parastin a Amerîkayê biryar da ku 4 hezar leşkerî bişîne baregeha leşkerî ya Bagrama Afganistanê. Berpirsekî paye bilind ê ji rêvebiriya Donald Trump di axaftina xwe ya APê de got: “Rewşa me ya li Afganistanê di halekî xirab de ye, bi şandina 4 hezar leşker em dixwazin vê rewşê rast bikin.

Heke Amerîka 4 hezar bişîne Afganistanê ev tê vê wateyê ku ev sevkiyat wê sevkiyata herî mezin a leşkerî ya dewra rêvebiriya Trump be. Li gorî berpirsên amerîkî dê Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis hefteya pêşiya me biryarê eşkere bike. Trump erk dabû Mattis ku bi tena serê xwe bikarebe hejmara leşkerên herêmê kêm an jî zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu