AborîErebîstanNûçeRojhilatanavin

Amerîka bi 1 mîlyar dolarî çekan firot Erebistanê

Wezareta karê derve ya Amerîkayê firotina çekan bi bihayê 1 mîlyar 76 mîlyon û 800 hezarî tesdîq kir.

Pentagon ragihand ku 6 hezar û 700 heb TOW 2B antî tank fuzeyan bi bihayê 670 mîlyon dolarî tesdîq kiriye. Ji wan 96 jê bo ceraribandinê ne.

Wekî din li gor ajansa Pentagonê ragihandiye; bo hêzên bejayî yên Erebistana Si’ûdî alavên îhtîyadî bi bihayê 300 mîlyon dolarî hatiye tesdîqkirin.

Ji bo alavên ku di envantera artêşa Erebistanê de hene ku malen Amerîka ne; perçên îhtîyadî bo M1A2 tankên Abrams, alavên êrîşê M2 Bradley û bo HMMWV ku alavên giran yên zirxîne, bo yên sivik û topên obusan wê perçe bên amadekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu