CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka bi lidarxistina Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê careke din tenê ma

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka bi lidarxistina Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê careke din tenê ma.

Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Çarşemiyê bi şev li Twitterê bal kişande ser civîna K li bara Îranê û got: Işkesteke din jibo Amerîkayê li pêkenîgeha Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hat tomarkirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Qahêmbûna hiqûqî ya Peymana Atomî, Dîplomasiya çalak û Destê Tijî yê Îranê di warê siyasî û exlaqî da, hemî riyan li ser peymanşikênên dawaker girêdide.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî li Twitterê tevî amajeya bi vêya ku Amerîka ji Peymana Atomî bêzar e, nivîsî: Amerîka hemî welatên ku Peymana Atomî cih tînin, tembî dike.

Zerîf tevî pêgiriya li ser vêya ku Amerîka ji ber derketina ji Peymana Atomî di cîgehekê da nîne ku bikare babetên Peymana Atomî hilêxîne, her wiha got: Li gorî 15 raporên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA), Îranê bi tamî sozên xwe yên di vê peymanê da cih anîne.

Li pey daxwaza Amerîkayê jibo lidarxistina civîna awarte ya Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jibo hilkolandina kiryarên vê dawiyê yên Îranê di warê kêmkirina sozên xwe yên bin Peymana Atomî, ev civîn berêvariya Çarşemiyê li navenda vê rêxistinê li Viyena paytexta Otrîşê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu