CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Amerîka bombeya xwe ya herî mezin li Afxanîstanê bikar anî

Wezareta Parastin a Amerîkayê ragihand ku bombeya herî mezin ji bilî çêkên navokî, artêşê li Afxanîstanê bikar anî ye.

Li gori nûçen ÎRNA yê, Pentegonê eşkere kir ku bombeya GBU-43 ku wekê ‘diya hemû bombeyan tê nasîn’ li herêma Nangarharê ku dikeve rojhilatê welêt, li dijî komekê mezin a DAIŞê bikar anîne.

Pentegon eşkere kir ku bombeye bo îmxa kirina mixareyên ku DAIŞê xwe veşartibûn hatiye bikar anîn. Daxuyaniyê de hat gotin ku “hêzên Amerîkayê ya li Afxanîstanê mudexale li mixareyên DAIŞê ku xwe veşartibûn yên li Aşînê ya herêma Nangarharê bi saeta herêmî 19:32ê kirine.

Fermandariya Hêzên Navendiya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku rîska bombeye bo hêzên Amerîkayê û Afxanîstanê yên li herêmê bi kontrol teqandine û bo sivîl zerar nebinin jî tevdîrên berfireh li herêmê girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu