CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: `Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî dê vî welatî tûşî berdêleke giran bîne`

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî ku bi mebesta beşdariya li Heftî û Duyemîn Komcivîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê ye, roja Duşemiyê li hevpeyivîna digel kanala amerîkî ya CNN`ê li bara berteka Îranê li gorî deketina hitmalî ya Amerîkayê li Lihevkirina Navokî, got: “Ez bawer nakim ku amerîkî bixwazin dûhatên viha giran bipejirînin, bi taybet ji bo tiştê ku wê ji bo wan bêhûde û bêsûd be“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Vê kiryara hitmalî ne tenê tû sûd û qazanca xwe ji bo Amerîkayê tune, belkî hevdem wê bibe sedem ku atmosfêreke nebaweriyê bo Amerîkayê pêk were û xurt bibe“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Niha Waşîngton mijûlî kêşeya Koreya Bakur e û heke ji Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” derkeve, dikare çi garantiyê bide Koreya Bakur ku bikare bi hêviya lihevkirina digel Amerîkayê bimîne“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu