IraqNûçeRojhilatanavin

Bi hezaran welatiyên mûsilî ji destê DAIŞ`ê hatin filitandin

Hêzên iraqî ji destpêka opêrasiyona azadkirna Mûsilê va heta niha zêdetir ji şeş hezar kes ji welatiyên iraqî yên rûniştiyê Mûsilê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê filitandine.

Ebul Emîr Reşîd Yarellah endamê erkantiya artêşa Iraqê li parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê got: Hejmara awareyên ku ji parêzgeha Nêynewa û navenda wê anku Mûsilê li kampa El Cedieyê li başûrê vê navçeyê bi cih bûne, gihîştiye 6403 kesî.

DAIŞ`ê derdora du miliyon kes li nava Mûsilê – duyemîn bajarê bi nifûsa zêde ya Iraqê li bakûrê vî welatî – dîl girtine û ji bo girtina pêşiya pêşdaçûna hêzên iraqî wan wek Mertala Însdanî bi kar tîne.

Li vî halî serleşker Necm Ebdullah El Cebûrî fermandarê opêrasiyona Nêynewayê got: Ji destpêka opêarsiyona azadkirna Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê va heta niha du hezar ji têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

her viha ji ber êrîşên hêza hewayiya Iraqê li ser çeperên DAIŞ`ê li parêzgeha Nêynewayê bi dehan embarên çek û cebilxaneyan ji nav çûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu