NûçeRojhilatanavinYemen

Operasyona berfireh a hêzên yemenî dijî êrişkerên Siûdî li perrava rojavayî

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê, li dewama serketinên xwe li Hudeydê, gordaneka Hevalbendiya Siûdî bi tamî ji nav birin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, çavkaniyeka agehdar a leşkerî, li hevpeyvîna bi El Mesîrê re got: Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, bi piştevaniya hêzên navçeya Tehameyê û hêzên eşîr, karîn gordaneka tam a hêzên êrişker ên Siûdî li navçeya El Fazetê li başûrê bajaroka El Tehîyeta li perrava rojavayî li parêzgeha Hudeydê, têk bibin.

Ev çavkaniya agehdar herwiha got: Helîkoptereka Apaçî ya Hevalbendiya êrişker a Siûdî jî li perrava rojava hate jordaxistin.

Hêzên Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, roja buhurî (îniyê) jî operasyoneka taybet dijî hêzên êrişkerî Perrava rojava, cih anîn. Di encama vê operasyonê de 75 kirêgirtiyên Siûdî hatin kuştin û 10 kesên din jî dîl hatin girtin û alavên wan ên leşkerî jî wek xenîmet hatin istandin.

Hevalbendiya Erebistana Siûdî û Mîrekên Yekgirtî yên Ereb, ji mehekê berî niha ve, operasyonekê bi armanca dagîrkirina Perrava Hudeydeyê ku tenê rêya peywendiya hêzên Berxwedana Yemenê bi derve ye, destpê kirine.

Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ji bo rawesrandina van pêşveçûnan, hin hêzên nû şandine bereya Hudeydeyê û di van çend rojên vê dawiyê de, operasyoneka berfireh dijî bargehên hêzên êrişker ên Siûdî cih anîne û serketinên mezin jî bi dest xistine.

Başa dön tuşu