ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê inqilabê: Bawerî û xwedêtirsî, sedema berxwedana gelê Îranê li hemberî hicûma Amerîka û Sîyonîzmê ne

Rêberê qedirgiran ê inilaba islamî ya Îranê berxwedan û serketinên Îranê li hemberî hicûmên bereya giran a sîyasî, darayî, leşkerî, ewlehî û çandî ya Amerîka û Sîyonîzmê encama bereketa bawerî û xwedêtirsîya gel û ciwanên Îranê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî vê sibê li hevdîtina digel serok û endamên Civata Şarezayên Rêvebirîyê, alîkarîya Xwedê, wadeyeke teqil, dilnîyakir û coşafirîner ji bo bereya heq û rastîyê bi nav kir û pêgirî kir: Mercê serêxwegirtina vl wadeya teqil a îlahî, cihanîna erkên alimên dinî, berpirsên hikûmetê û dezgehên perwerdehî û teblîxatê di warê perwerdekirina civakê ji hêla bawerîyê ve û pêbendîya wan li xwedêtirsî, dûrketina ji komkirina darayîyê û kar, hewildan û berxwedan e.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, bal kişand ser têkoşîna giran û şerê dijwar ê sîyasî, aborî, çandî û ewlehîyê yê Îranê li hemberî hicûma giştalî ya dijminan û got: Esasa hebûna Komara Islamî û hikûmeta dînî û armanc û ramanên hikûmeta islamî ji wan tewhîd, dadmendîya civakî, têkoşîna li hemberî zilmê û piştgirîya ji mezlûman, dijminên olê ber bi şêrr û êrişê dikişînin çawa ku li gorî ayetên Qurana pîroz, bereya heq û rastîyê li dîrokê hertim li ber êrişa bereya batil bûye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, wadeya teqil a Xwedê têkildarî serketina bereya heq û rastîyê xala girîng a sekinîna berdewam a bereya rastîyê li hemberî batilê zanî û got: Serêxwegirtina vê wadeyê helbet girêdayîyê pêbendîya ehlê îmanê li mercên wek nêta rast û pak, sebir, agahî, hewildan û berxwedanê ye ku bi berçavgirtina van mercana serêxwegirtina vl wadeyê, ji wan sunetên teqil û neguher ên ilahî ye.

Başa dön tuşu