ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêkirina xeta berhemanîna berfireh a mûşeka dûrmenzîl a Seyad -3

Hêla berhemanîna berfireh û raberkirina mûşeka berevaniya hewayî ya dûrmenzîl a Seyad -3 bi beşdariya wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir.

Hêla berhemanîna mûşeka berevaniya hewayî ya dûrmenzîl a Seyad -3 ku ji aliyê endazyar û pisporên  îranî hatiye dîzaynkirin û çêkirin, roja şemiyê yanê îro bi beşdariya  serdar sertîp Huseyn Dihqan, wezîrê berevanî û piştgiriyê ya hêzên çekdar û Emîr Ferzad Îsmaîlî, fermandê navenda hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) artêşa Komara Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir û hejmarek ji wan raberî  baregeha berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê hat kirin.

Sertîp Dihqan li vê merasimê got:  Stratejiya wezareta berevaniyê,  xurtkirin û birojkirina berevaniya hewayî ya Îranê  li birra nêzîk, navîn û bilind bûye û sîstema Seyad-3 bi birra operasyonî ya 120 km li hember gefên  hewayî li birra navîn û bilind hatiye dîzaynkirin.

Sertîp Dihqan her wiha got: Mûşeka Seyad-3 li gorî teknolojiyên  rojê ên cîhanê hatiye dîzayn kirin û  û dikare li hember gefên  mîna balefirên  cengê ên dijî radarê,balefirên  bêfirokevan, mûşekên  kirûz, helîkopter û cureyên  teyrên  modern yên meşqê, lezgînî û bilindahiya li jor raweste.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha got: Wezareta berevaniyê ya Îranê li çarçêva xurtkirina  bingeha berevaniyê û  meşiyana  li riya aboriya  berxwedanê bi hemî hêza xwe dê pêngavê arke û qet ji jordebirina  hêza eskerî ya  operasyonî ya hêzên  çekdare  dev bernade (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu