ÎranNûçeRojhilatanavin

“Amerîka li dû nearamkirina Îranê ne“

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwarya Îslamî ya Îranê: “Amerîka li dû nearamkirina Îranê ne“.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ISNA`yê, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwarya Îslamî ya Îranê, Elaedîn Brocêrdî got: “Siyaseta Amerîka û Rêjîma Siyonîst ev e ku cîhana îslamê di nava nearam î tevliheviyê da be da ku ji vê riyê bigihêjin armancên xwe“.

Di heyamam sê rojên bihurî da hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Rayedarên amerîkî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî hewil dan ku van kombûnan ji bo pêkanîna alozî û nearamiyê bi rê ve bibin.

Başa dön tuşu