CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka nikare mafêm mirovan û aramiyê li cîhanê damezirîne

Serokê Komara Îslamiya Îranê, got: Amerîka bi binpêkirina sozên xwe yên navneteweyî, ji wan sozên derhea peymana Parîsê, Kûba, Amerîkaya Bakûr û rojhilata Asyayê, nîşan da nikare mafên mirovan, girêdayîbûna li qanûnê û aramî û ewlehiyê li cîhanê damezirîne.

Hesen Ruhanî, serokê Komara îslamiya Îranê, roja çarşemiyê li civîna aşkera ya taxima dewletê, li bara reftara nedirust a Amerîkayê li hember sozên navneteweyî, herwiha got: Amerîka li dewra nû, gelek sozên xwe binpê kirine û welatê ku bi xwe aramiya wê tuneye û rêzê li qanûnan nagire, nikare ji kesên din bixwaze ku aramî, ewlehî û istiqrarê damezirînin .

Ruhanî, hebûna Amerîkayê li navçê sedema zêdebûna nakokî û pevçûnan da zanîn û destnîşan kir: Gelê Iraq û Sûriye û welatên cînar û şervanên Berxwedanê, bî fîdakariyê navçê ji lepên terorîsmê rizgar kirine û li dahatiyê jî wê bi awayekî tam, navçê ji terorîsmê rizgar bikin.

Ruhanî herwiha bal kişande ser nekarabûna pîlanên Amerîkayê jibo tawanbarkirina Îranê bi binpêkirina Lihevkirina Navokî, got: Îran wê hertim sozdarê sozên xwe yên navneteweyî be, lê amerîkî bi mihaneyên curbicur bi dû sepandina boykotên nû ne ku li gorî tu mantiq û rih û naveroka Lihevkirina Navokî nîne û li dijî wan e.

Seokê Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Eger amerîkî bixwezin hin boykotan li ser her nav û mihaneyekê dijî Îranê cih bînin, gelê Îranê wê bersiva guncav bidine wan.

Serokê Komara îslamî ya Îranê, got: Gelê Îranê karî bi peymaneka çendalî û navneteweyî, serketineka mezin û bêmînak li dîroka siyasî ya Îranê bi dest bîne û li hember hêzxortan berevaniya mafên xwe bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu