NûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka sebebkara êrişa terorîstî ya li Dêrezorê ye

Wezîrê Nift û Çavkanîyên Xwezayî yê Sûrîyê, got ku kirêgirtîyên Amerîkayê sebebkarê êrişa ser otobosên hilgirê personelên Şirketa Niftê ya Firat a Sûrîyê li parêzgeha Dêrezorê ne.

Terorîstên nenas vê sibê 3 otobosên hilgirê personelên Şirketa Niftê ya Firat`ê dan ber gulleyan ku di encamê da 10 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ew otobosana di halê veguhestina personelên Şirketa Niftê ya Firat`ê ji meydana niftê ya Teyyim`ê da bûn.

Wezîrê Nift û Çavkanîyên Xwezayî yê Sûrîyê jî got ku kirêgirtîyên Amerîkayê sebebkarê êrişa ser otobosên hilgirê personelên Şirketa Niftê ya Firat a Sûrîyê li parêzgeha Dêrezorê ne.

Bessam Tohme got: Gelê Sûrîyê ji ber qeyraan giran a ardûyê di rewşeke nalebar da ye û Amerîka û kirêgirtîyên wê ku beşeke çavkanîyên nift û gazê yên Sûrîyê dagir kirine, lê digerin ku gel ji pişka piçûk a ji wan çavkanîyana ku di destê dewleta Sûrîyê da ye, bêpar bikin.

Meydana niftê ya Neft ul Teyyim ku li derdora parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê ye, rojê 2500 bermîl nift jê tê derxistin.

Başa dön tuşu