CîhanMafên MirovanNûçe

Li bajarê Bakersfielda eyaleta Kalîforniya Amerîkayê polêsan extiyarê nexweş ê 73 salî ku bê çek bû kuştin

Li bajarê Bakersfielda eyaleta Kalîforniya Amerîkayê polêsan extiyarê nexweş ê 73 salî ku bê çek bû kuştin. Li gorî zanyariyên extiyarê ku ji terefê polêsan ve hat kuştin nexweşê demansê bû.

Polêsê Bakersfieldê Francisco Sernayê 73 salî ji bo ku destê wî di berîka wî de û guh neda hişyariyên wan û bi ser polêsan ve meşiya kuştin. Li gorî şahidên bûyerê, Serna şeva yekşemê xwest têkeve mala cîranekî xwe, lê ji bo ku cîranê wî ew nas kir li polêsan negeriya.

Francisco Serna heman şevê piştî çend seetan xwest nêzîkî jineke ku ji wesayîta xwe peya dibû kir, jê daxwaz kir ku dîsa li wesayîta siwar bibe. Jina ku tirsiya reviya malê û bûyer ji hevalê xwe re got. Hevalê wê li polêsan geriya û ji wan re got mirovekî bi çek li taxê digere.

Ji du polêsên ku çûne cihê bûyerê polêsê bi navê Reagan Selman ji bo ku Sernayê extiyar bi ser ve dihat û guh neda hişyariyên wî 7 gule berdanê û di cih de kuşt.

Piştî bûyerê kurê Francisco Sernayê 73 salî li ser hisabê xwe yê facebookê peyamek parve kir û ragihand ku bavê min nexweşê demansê bû, ji bo ku bêxewî dikişand car carinan meşen kin dikirin. Şevê din meşa xwe ya dawî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu