AsyaNûçe

Amerîka: Tirkiye di rêka rast de nameşe

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, derbarê azadiya çapemeniyê de Tirkiye rexne kir û got: “Meyla Tirkiyê ya di vî warî de nebaş e û bi aliyê rast de naçe. Ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, tekez kir ku dê li ser helwêst û nêzîkbûna xwe ya di vî warî de berdewam bin û got ku di hevdîtinên taybet û vekirî de yên ligel serkirdeyên Tirkiyê wê vê mijarê herdem bînin ziman.

John Kirby da zanîn ku heta di meseleya azadiya çapemeniyê de pirsgirêk hebin ew jî dê li ser daxuyaniyên xwe berdewam bin.

Kirby, derbarê azadiya çapemeniyê de rexne li Tirkiyê girtin û got: “Em berê jî li ser vê mijarê axifîn. Tişta em li Tirkiyê dibînin meyleke nebaş a di vî warî de heye. Ev yek jî cihê nîgeraniyê ye û em wiha difikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu