AsyaNûçe

Amerîka welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar dike

Kunsulxaneya Amerîkayê yê Stenbolê hişyariya terorê da welatiyên xwe.

Serkunsuliya Amerîkayê yê Stenbolê li malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir, ji bo welatiyên xwe hişyariya ewlekariyê da. Serkunsulî da zanîn ku, gefa rêxistinên tundrew yên terorê berdewam dike û dibe ku di rojên pêş de êrîşên terorê pêk werin.

Serkunsulî ji welatiyên xwe daxwaz kir ku, ji sînorên başûr yên Tirkiyê, mitîng, cihên geştiyariyê û mitîngên siyasî dûr bikevin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu