AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîkayê îzna firotina 106 firokeyan bo Îranê da Kompaniya Airbus`ê

Çavkaniyeke nûçeyan qala îzna wezareta xizînedariya Amerîkayê bo kompaniya çêkirina firokeyan a Airbus`ê da ku 106 heb ji firokeyên xwe bifiroşe Îranê.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê Reuters`ê, çavkaniyeke naskirî digel mijara firotina firokeyên rêwîhilgir ên Airbus`ê bo Îranê roja sêşemiyê ragihand ku wezareta xizînedariyê ya Amerîkayê îzn daye Kompaniya fransî ya Airbus`ê da ku 106 heb firokeyên rêwîhilgir bifiroşe Kompaniya Geştên Esmanî ya Komara Îslamî ya Îranê.

Vê çavkaniyê ku nexwest navê wê were birin her viha ragihand: Rêvebiriya kontrola heyitiyên derveyî ya wezareta xizînedariya Amerîkayê roja duşemiyê ev îzna daye..

Rojanmeya amerîkî ya Wall Street Jornal`ê jî roja sêşemiyê nivîsî: Tevî hewildana qanûndarêjên Amerîkayê ji bo pêkanîna berbendan li ser riya bazirganiya digel Îranê, Kompaniya fransî ya Airbus`ê îzna dewleta Amerîkayê li bara firotina zêde ji 100 firokeyan bo Îranê wergirtiye.

Kompaniya Airbus`ê li Fransê ye, lê ji ber ku herîkêm ji sedî 10`ê tîkeyên firoekyên Airbus`ê li Amerîkayê tên çêkirin, ev kompanî gere ku îzna vî welatî ji bo firotina van firokyan bo Îranê werbigire.

Kongreya Amerîkayê vê dawiyê planek pesend kir ku rê li ber firotina firokeyên rêwîhilgir bo Îranê digire. Eva di rewşekê da ye ku li ser esasa Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hepar, boykotên li dijî Îranê gere bi tamî bên rakirin; Lê Amerîkayê hema wisa boykotên dijî Îranê parastine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu