IraqNûçeRojhilatanavin

Amirî bo Tirkiyê: Hêza xwe ji Iraqê vekşîne

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî daxwaz ji Tirkiyê kir ku, hêza xwe ji nav xaka Iraqê vekşîne.

Hevpeymaniya Fetih daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, îro li bajarê Bexda Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu kir û çend babetên di navbera Bexda û Enqerê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Hadî Amirî tekez kir ku, Tirkiyê welatekî doste û berdewam piştgiriya Iraqê dike û daxwaz ji wî welatî kir ku, soza xwe derbarê zêdekirina pişka ava Iraqê bicih bînin.

Herwiha li gor daxuyaniya Fetih aşkere kiriye ku, daku pêwendiyên herdu welatan têkneçin pêwîste Tirkiyê hêza xwe ji nav xaka Iraqê vekişîne.

Başa dön tuşu