ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Amolî Larîcanî: Êdî Sûriye ji bo têrorîstan ewleh nîne

Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî serokê saziya dadê ya Îranê roja duşemê li civîna berpirsên bilind ên dadweriyê, amaje bi berovajîkirina rastiyên navçeyê ji aliyê welêatên rojavayî kir û got: Welatên rojavayî ji hezaran kîlometrî dûrtir va hin kes wek têrorîst şandine navçeya Rojhilata Navînê û pişta wan girtine.

Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî got: Hin welatên paşverû yên navçê jî  eva demeke dirêj e ku bi pêkanîna qelaşê di navber awelatan da, têrorîst berdane canê xelkê Iraq û Sûriyê.

Wî destnîşan kir: Welatên rojavayî û hinek ji welatên paşverû yên navçeyê, rastiyên Rojhilata Navînê berovajî kirine û niha îdia dikin ku piştgirên Mafên Mirovan in.

Serokê saziya dadê ya Îranê her viha got: Ducûretiya reftarê û durûtiya li warê reftara welatên rojavayî digel têrorîstan, dem ekê zêdetir bû ku wan têrorîst li dy çiqên rind û kûtî parve kirin.

Ayetullah Amolî Larîcanî destnîşan kir: Piştgiriya welatên rojavayî ji têrorîstan xerabtirîn peyama ji bo Mafên Mirovan e û roja îro mijara Mafên Mirovan bûye amûrek ji bo anîna zextê li ser hin welatên navçe û cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu