ÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî Larîcanî: Îran di pêşdebirina armancên xwe de pêngavan paşda navêje

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê ji armancên bilin û nirxên bingehîn ên pergalê yên di warê piştgirîya ji zilimlêkirîyên herêmê û pêşdebirina armancên istiratêjîk ên xwe de nayê xarê û paşda naçe.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna digel berpirsên pilebilind ên Dezgeha Dadwerîyê bal kişand ser vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji rêketinma navokî û bi dû wê raberkirina lîsteyeke karên ku divê Têhran bike yan neke û dîyar kir: Amerîka xeyal dike ku gelê Îranê pêrgî dîyardeyeke nû kirîye, li halekî ku nizane xwe şaşitîyeke bingehîn kirîye, ji ber ku karên bi vî rengî yên Amerîkayê ji bo gelê Îranê dubarebûyî ne.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê bi gotina vîya ku karên rezîl ên desteya hikimdar li Amerîkayê yên li dijî Inqilaba Islamî hê didomin, ragihand: Tecrubeya 40 salan a Îranê têra rayedarên Amerîkayê nekirîye û ew roja îro bi hemî hêza xwe ji işkandina vîn û hêza gelê Îraên hatine meydanê.

Amolî-Larîcanî herwiha got: Rawêjkarên dewleta Amerîkayê roja îro têkilîya wan bi têrorîstên herî pîs ên cîhanê re heye û desteyeke hikimdar a gendel a bi vî rengî nikare gelê Îranê teslîm bigire.

Başa dön tuşu