ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna qeydkirina navê berendamên hilbijartina dewra 12`an a serokkomariya Îranê

Qeydkirina navê berendamên hilbijartina dewra 12`an a serokkomariya Îranê, ji sibeha îro sêşemiyê va li navneda hilbijartina welêt li Têhranê dest pê bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, qeydkirina navê berendamên hilbijartina dewra danzdehemîn a serokkomariya Îranê, ji îro sêşemiyê, 22`ê meha Ferverdîna sala 1396`an a koça tavî, beranberî 11`ê Nîsana 2017`an va dest pê bû û wê heya roja şemiyê, 26 Ferverdîna îsal yanê 15`ê Nîsanê bo mideha pênc rojan ji saet 8`ê heya 18`ê li wezareta karên hundûr cih were.

Li gorî esla 115`an a qanûna bingehîn û xala 35`an a qanûna hilbijartina serokkomariyê, kesayetiyên mezhebî û siyasî yên ku şert û mercên pêwîst ên wek bi eslê xwe îranî bûn, welatiyêbûna Komara Îslamiya Îranê, bi ferasetbûn û hebûna hêza birêvebirênê, hebûna serbuhuriyeka baş, emanetdarbûn û bawermendî, bawerîhebûna bi bingehên Komara Îslamiya Îranê û mezhebên fermî yê Îranê hebin, bixwe yan bi rêya nasandina nûnerê xwe yê Tamulixtyar, dikarin jibo rahihandina amadetiya xwe û kemilandina form û belgeya pirsnameyê, seredana navenda hilbijartina welêt li Têhranê bikin.

Hilbijartina derwa danzdehemîn a serokkomariya Îranê hevgavê hilbijartina dewra dehemîn a Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran û yekemîn hilbijartina navîndewreyî ya Meclisa Şêwraya îslamî, wê  li 29`ê meha Urdîbihêşta îsal beranberî 19`ê Gulana 2017`an were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu