ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima şeva yekem a şevên Qedirê li Îranê

Rêûresma şeva yekem a şevên Qedirê bi pişkdariya bi coş a xelkê bawermend a îrana îslamî bi rê ket.

Li gor rapora IRIB News`ê, Aşiq ên îmamet û welayetê sêşemêşev li şeva 19-an a meha tirjî xêr û berekete rojiyê çûne mizgeft, tekaya, husêyîniye û navendên pîroz û mezhebî û hetanî sibê ayetên qurana pîroz xwendin û bi El-Qews El-Qews`ê, duaya Coşena mezin û esmaya mezin bane Xwedayê rehman kirin.

şeva 19ê meha pîroz a Remezanê, ewil şev ji şevên qedrê ye û xelkê seranserê Îranê bi amadebûna li mizgevt û cihên din ên mezhebî, rê û resma şeva qedrê li dar dixînin.

Paşîva 19`ê meha pîroz a Remezanê, Ibnê Mulcemê Muradî, ji koma Xewaric, li halekê ku hezretê îmam Elî (s), îmamê yekem ê şîeyan, nimêja sibê dikir, şûrê xwe yê bi jehrwerdayî li ser serê wî îmamê hêja xist.

Îmamê yekem ê şîeyan, piştî ku derbe lê ket, li malê ma û du rojan piştî vê yekê yanê roja 21`ê meha pîroz a Remezanê şehîd bû. Şevên 19, 21 û 23`ê meha pîroz a Remezanê, şevên Qedirê ne û misilman bi hişyarmayîna li şevê, girtina Quranê li ser serê xwe, xwendina duaya Coşena Kebîr, bi Xwedayê xwe re diaxivin.

Şeva Qedirê, şevek e ku li hemû salê de tu şevek wekî wê nîne û ebadetkirina di vê şevê de baştir ji her karekî li hezar mehê ye û di vê şevê de çarenivîsa salê, kifş dibe.

Xelkê mumin ê Îrana îslamî, li şevên Qedirê bi amadetiya li mizgevt û cihên din ên mezhebî bi taybet li bargeha paqij a Îmam Riza (s), îmamê heştan a şîeyan li bajarê Meşhedê li bakûrê rojhilatê Îranê, mizgevta Cemkeranê û bargeha paqij a Hezreta Mesûmê (s) li Qumê (başûrê Têhranê), rê û resma şeva Qedirê cih tînin.

Radiyo û televîyona Komara Îslamiya Îranê, gihîştina salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, sersaxî dibêje hemû misilmana û azadîxwezên din ên cîhanêl (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu