ÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî Larîcanî: Komara Îslamiya Îranê gihîştiye asta herî jorîn a iqtidara xwe

Serokê sîstima dadweriya Îranê, got: Îro rojê Komara îslamiya Îranê, gihîştiye asta herî jorîn a iqtidara xwe û rola wê ya ber bi zêdebûnê li navçê û piştgîriya ji belengaz û destengên cîhanê, zêde ji her demeka din aşkera ye.

Ayetulah Sadiq Amolî Larîcanî, roja duşemiyê li civîna berpirsên payebilind ên dadweriyê, sermayedanîna dijmin ya ji bo dijayetiya bi Komara Îslamiya Îranê re, nîşana asta girîngiya nizama Komara Îslamiya Îranê da zanîn û pêgîrî kir: Têgihîştina nizama serdestxwez ji alîkariya Îranê bo belengazên navçê ya li ser daxwaza gel û dewletên wan, piştgîriya ji terorîsmê ye lê raya giştî ya cîhanê rastiya meselê dizane û newekheviya reftar û kiryara welatên serdestxwaz qebûl nake.

Serokê sîstima dadweriya Îranê destnîşan kir: Zorbêj bixwe komên terorîstên wek DAIŞ`ê pêk tînin û bi teyarkirina van koman wan berdidine canê xelkê navçe û cîhanê, lê alîkariya Îranê bo birayên wê yên li Sûriye û Iraqê re, piştgîriya ji terorîsmê didin zanîn.

Amolî Larîcanî, herwiha got: Îro rojê em li devrekê da ne ku divê bala xwe bidine xeter û şêwazên dijmin û bikaranîna narewa ya wê ji alavên nûjen ên dijî gelên azade û ji wan gelê Îranê lê divê em vê yekê jî bizanibi ku Komara îslamiya Îranê, her tim iqtidar û hêza xwe li navçe û cîhanê nîşan daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu