BehreynEfxanîstanFilistînÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Amolî-Larîcanî: Parastina tifaqê, erka dînî û eqlî ya misilmanan e

Serokê dezgeha dadwerîya Îranê li ser pêwîstîya hewldana zêdetir jibo paratina tifaqa misilmanan û berxwedana li hemberî zorbêjan sekinî.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna ligel berpirsên derecebilind ên dadwerîyê herwiha got: Cehana islamê roja îro zêdetir ji her tiştî hewcedarê tifaq û yêketîyê ye, loma divê her kes divê jibo vê yekê hewl bide.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî birêxistina bêtifaqîyê wekî sîyaseta dijminên islamê zanî û got: kiryarên zorbêjan nîşan didin ku jibo birêxistina bêtifaqîyê li cehana islamê ya ji destê wan tê, dikin û bi dû lawazkirina misilmanan û têketin û serdestîya li cehana islamê ne.

Serokê dezgeha dadwerîya Îranê herwiha got ku tenha rêka sekinîna li hemberî vê sîyaseta zorbêjan, jordabirina asta naskirinê û dijminnasîdi nava misilmanan da ye.

Wî teylîfkirina ser yêketîyê erka hemî bijare, alim û zanyarên cehana islamê zanî û got ku cinayetên dijminên islamê li Yemen, Iraq, Sûrîye, Efganistan, Hind, Îran û Mîyanmarê nîşan didin ku zorbêjên cehanî bi dû bextreşkirin û têkbirina civaka mirovantîyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu