ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Ewropa nikare bi binpêkirina sozan rêketinama navokî biparêze

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja digel Yorgên Todênhofêr sîyasetvan, rojnamevan û nivîskarê almanî herwisan got: Helwesta bingehîn a Ewropayê ew e ku têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nabe careka din muzakire pêk bê û hemî xalên vê rêketinamê bi hûrî bên berçav girtin û Têhran jî çavlirê ye ku Ewropa pêbendê vê rêektinamê be.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî kir: Ewropa dikare ji vê rastîyê sûdê wergire ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê encama dîplomasîya ewropî ye û heke hewil bide vê hasilê binpê bike di rastîyê da nekarîye vê rêketinamê biparêze.

Zerîf têkildarî şîyana mûşekî ya Îranê jî got: Îranê anegorî welatên navçê, bûca herî kêm ji bo çek  ûrextan terxan kirîye, herwisan birra mûşekên ku niha li welatên navçê ji wan li Erebistana Siûdî hene, gellekî ji birra mûşekên Îranê zêdetir e.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawîyê got: Erebistanê mûşekên çînî yên balêstîk ên parzemînan bikin armanc hene ku birra wan 2500 kîlomêtir e lê birra modêla orjînal a van mûşekana 12 hezar kîlomêtir e. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu