IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina goreke komî li Kerkûkê

Hêzên polîsê federal ên Iraqê li bara peydakirina heft gorên komî yên nû li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.

Huseyn Mecîd, berpirsê ragihandinê yê navça şeşê ya hêzên polîsê federala Iraqê ragihand ku heft gorên komî yên goriyên  cinayetên DAIŞ`ê li daristanên  derdora navça  Hewîcê ser bi parêzgeha  Kerkûkê keşf bûne.

Wî got ku di nava van gorana  paşmayiyên  termên  jin, zarok û hêzên  ewlehiyê yên Iraqê hene ku aliyê DAIŞ`ê ve hatine kuştin û li gorên komî hatine defnkirin.

Wî Her wiha amaje kir ku  li gorên komî yên keşfbûyî li vê navçê paşmayiyên  termên kesên sivîl, hêzên artêşê û hêzên ewlehiyê û eskerî yên Iraqê hene.

DAIŞê li 2014`an  êrişî ser Iraqê kir û navçên berfireh ên vî welatî  dagir kirin û li navçên  bin kontrola xwe dest bi kuştin û serjêkirina xelkê kir.

Piştî azadiya navçên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê li hemî van navçana  gorên  komî yên zav hatine keşfkirin û ji wan li Şingalê heya niha zêde ji 80 gorên komî yên kurdên êzdî keşf bûne.

Başa dön tuşu