Amoliyê Larîcanî: Bila Emerîka destxwe welatiyên îranî yên ku hews kirine, berde
Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Divê Emerîka destxwe welatiyên îranî yên zindanî li vî welatî azad bike ji ber ku xweyîkirina wan di zindanê de li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna bilind a berpirsên dadweriyê wek berteka li hember gotinên mudaxilekirane yên vê dawiyê yên rayedarên Koşka Sipî derheq azadiya sûçkarên emerîkî li Îranê got: Emerîkayê li 38 salên derbasbûyî tim mafên gelê Îran binpê kiriye û welatiyên bêguneh ên îranî bi tawanên pûç di zindanên xwe de xweyî kiriye ku eva berûvajiya qanûn, urf û qanûnên navneteweyî ye.
Amoliyê Larîcanî destnîşan kir: Emerîkayê bi mehneyên curbicur destdirêjî kiriye ser malê û milkên Îranê li cihên curbicure cîhanê û mîna rêgirî û diziyeke eşkere , zevt kirine.
Serokê Tşkîlata dadweriyê ya Îranê îdiaya emerîkiyan li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêwate da zanîn û got : Rayedarên Emerîkayê dixwezin bi quldirî zilmê li gelê welatên curbicure cîhanê ji wan Komara Îslamî ya Îranê bikin.