BehreynNûçeRojhilatanavin

Ragihandina hejmara girtinên berfireh li Behrêynê

Navenda Mafên Mirovan a Behrêynê ragihand ku îsal hezar û 153 welatiyên behrêynî ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe hatine girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Navenda Mafên Mirovan a Behrêynê li civîna ku ser navê “êrişa ser civata medenî“ bi rê ket ragihand; Îsal hezar û 153 welatiyên behrêynî ji aliyê Rejîma Alê Xelîfeyê va hatine girtin ku 186 ji wan zarok û 21 ji wan jî jinin.

Navenda Mafên Mirovan a Behrêynê ragihand ku rewşa jiyana birek ji van zîndaniyan gelek xirab e.

Navenda Mafên Mirovan a Behrêynê û pişkdarên vê civînê ragihandin ku li Behrêynê ji hemû welatên Rojhilata Navîn pirtir xelk di nav zîndanê da ne.

Xelkê Behrêynê ji sala 2011`an va dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe rabûn û pê meşên xwe yên aram û bi aştî daxwaza reformên siyasî, azadiya axivtinê, edalet û jinavbirina cihêkariyê li vî welatî dikin, ku kirêgirtiyên Alê Xelîfe li hemberî xelkê sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu