NûçeCîhanEwropa

António Guterres: “Em hêvîdar in şerrê Ukraynê 2023’an bi dawî were”

António Guterres, sersekreterê NY’yê di civîna xwe ya dawiyê ya çapemeniyê ya sala 2022’an de got: Ez tu asoyeka nêzîk ji bo muzakireyên bona bi dawîhatina şerrê li Ukraynê nabînim û bawer im ev pevçûn wê bidome, lê hêvîdar im em bikaribin heta dawiya sala 2023’an, her karê pêkan ji bo sekinandina pevçûna herî kawilker li Ewropayê ji dema şerrê cîhanî yê duyem, bikin.

Sersekreterê NY’yê bereberê sala nû ya zayînî pêgîrî kir: Dema em li sala 2022’an dinêrin, pê dihesin ku mesele û pirsgirêkên zaf wek qeyrana debara jiyanê û zêdebûna newekheviyê li welatên herî hejar hebûne.

Wî li bara rêbaza sêalî ya ku Receb Teyîb Erdogan ji bo bidawîanîna pevçûna 11 salî ya Sûriyê, pêşniyar kiriye, got: NY hîn di vî warî da neşêwiriye û axiftina li ser vê pêşniyarê hîn zû ye.

Sersekreterê NY’yê di dawiyê da li bara nakokiya kevnare ya di navbera Rejîma Siyonîst û Filistînê da got: NY li bara şermezarkirina her cure şideta dijî filistîniyan bi biryar e û li ser van şidetan dilnîgeran e ji ber ku em ser vê bawerê ne tu bernameyeka dewsgir ji bo rêbaza 2 welatan tuneye. Em herwiha li bara dewleta tê ya Îsrayîlê û kiryarên ku muhtemel e cih bîne, dilnîgeran in.

Başa dön tuşu