ÎranNûçeRojhilatanavin

Armanca Emerîkayê ji şerên biwekalet misogerkirina ewlehiya Îsraîlê ye

serdar serleşkir Rehîm Sefewî alîkarê taybet ê fermandê gişt hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê roja pênşemiyê li yekim salvegera şehadeta serdar şehîd Huseyn Hemedanî li Hemêdanê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka û hevpeymanên wî dixwezin ku bi şerê biwekalet rewşeke ewleh jibo Rejîma  Siyonîst pêk bînin û got: Lê tevî van gotinan hêza Emerîkayê li gorî pîvana cîhanî û navçeyî li halê kêmbûnê ye.

Serdar serleşkir Sefewî destnîşan kir: Mêhwera berxwedanê bi hevkariya Îran, Rûsiye û Sûriyê û Hizbullah Lubnanê li halê bidestxistina serketinên  mezin li Sûriyê ye.

Alîkarê taybet ê fermandê gişt hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê got: Li mideha pênc salên buhurî û li encama şerê biwekalet ê Emerîkayê 300 hezar kes ji gelê Sûriyê û Yemenê aware bûne.

Serleşkir Sefewî destnîşan kir: Siûdîyan jî bi bihaya 100 milyar dularî çek ji Emerîkayê û welatên ewrûpî kirîne ku beşeke zêde ji wan çekana  jibo êrişên bi bombeyan û kuştina  xelkê mezlûm ê Yemenê hatine xebitandin.

Serdar serleşkir şehîd Hac Huseyn  Hemedanî 7`ê Cotmeha 2015`an li operasyona misteşarî li Heleba Sûriyê hat şehîdkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu