CîhanNûçe

Di encama bagera NV`yê li Fîlîpînê de şeş kes hatine kuştin

Di encama bagera NV`yê li Fîlîpînê de, heya niha herîkêm şeş welatiyên vî welatî hatine kuştin û zêde ji 380 hezar kesên din jî ji malên xwe revîyane.

Li gorî rapora îro ya Ajansa nûçeyan a Mher News`ê, tê gotin vê bagerê ku hevgavê Krîsmesê, Fîlîpîn girtiye ber xwe, bûye sedema işkestina daran, kavilbûna malan û ji navçûna berhemên cotkariyê li vî welatî.

Herwiha zêde ji 300 firîn, li Fîlîpînê mane derengiyê ku bûne sedema sergirdaniya zêde ji 10 hezar rêwiyên ku bi minasibeta betlaneyên sala nû ya zayînî, diçûne seferê.

Hevgavê vê yekê artêşa Fîlîpînê jî ji kavilbûna tam a du pêgehên xwe yên leşkerî agahî da.

Leza vê bagerê 120 kîlometr li ser saetê hatiye ragihandin ku ji aliyê Deryaya Çînê ve ber bi Fîlîpînê ve çûye û ev welata daye ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu