AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Xîma du hêzgehên navokî yên teze li Îranê heta dawiya îsal tê danîn

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê ragihand ku wê xîm û kevirê binayê yê du hêzgehên teze yên navokî heta dawiya îsal li Îranê bê danîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê, Elî Ekber Salihî roja yekşemiyê, bal kişande ser rewşa projeyên teze yên hêzgehên navokî yên Îranê, got: Îsal (Sala 1395`an a koça tavî) wê xîma du hêzgehên teze yên navokî ji aliyê Rûsiyê va li Bûşêhrê bê danîn.

Saliihî bal kişande ser viya ku gişt kiryar û qonaxên van projeyan pêk hatiye û tenê hinek ji babetên wan ên malî mane û her viha got: Biryar e komîsiyona ênêrjiya meclisa şêwraya islamî ya Îranê bi awayekî ciddî vê mijarê bişopîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu