IraqNûçeRojhilatanavin

Artêş gihişte serbazgehê

Hêzên iraqî li Eniya Bakurê Rojhilatê Mûsilê gihiştin Serbazgeha Kindî û Taxa El-Erebî.

Operasyona Mûsilê berdewam dike û ji 3 eniyan ve Artêşa Iraqê hewl didi rojhilatê bajarê Mûsilê kontrol bike. Ji eniya Bakûrê Rojhilatê Mûsilê ve di nava 72 demjimêran de hêzên iraqî taxa Hedba, Kefaat û ya Qeyrwanê kontrol kirin. Li taxa Hedbayê bi tenê DAIŞiyan 17 êrişên xwekujî anîbûn ser hêzên iraqî lê dîsa jî nekarîn berevaniyê bikin.

Hêzên Artêşa Iraqê ber bi taxa El-Erebî ve pêşve diçin û tedbîran distînin da ku bergeha nîşangirên ser banê malan û otomobîlên xwekujî kêm bikin. Leşkerê bi navê Yasir Elî Kazim dibêje; “Em niha ber bi taxa El-Erebî ve pêşve diçin. Bi destûra xwedê emê sube bigihin navenda bajêr.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu