ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Agirê giran ê topxanên yemeniyan ser destdirêjkirên siûdî

Hizbullaha Yemenê bi hawanan êriş kirin ser destdirêjkirên siûdî li Cîzanê.

 Li gorî rapora El-Ehdê  rawestana  hêzên artêşê û komîtên  berxwedana  gelanî yên Yemenê li hember kirêgirtî û destdirêjkirên  siûdî li cihên curbicur  ên vî welatî bi tundî didome.

Hêzên artêşê û komîtên  berxwedana  gelanî yên Yemenê yek ji kirêgirtiyên  siûdî bi derba gulla nîşanbazên xwe li Esîlanê li Şebweyê kuştin.

Hêzên yemenî her wiha navendên  kombûna  eskerên siûdî li sêkunca  El-Rekebê li Cîzanê dan ber êrişên  xwe yên hawanê.

Navendên hizûr û kombûna eskerên siûdî li Reqabê El-Sedîsê û meqerê Alê Heamdê li Necranê kete ber êrişên mûşekî yên rezmendên  yemenî û cebilxanên wan hatin îmhakirin.

Ji aliyê din balefirên  siûdî li dewama êrişên xwe ser gundê El-Nemîrê û anvçên  El- Sûdê, El-Dexanê û Wadî Carê li Cîzanê mûşek avêtin.

Balefirên siûdî her wiha kamyonên hilgirê xwarekan li navça Nemarê li Zumarê dan ber êrişên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu